Li gundên rojhilatê Kobanê jî şewat derket

Îro êvarê li çend gundên rojhilatê bajarê Kobanê agir bi zeviyên çandiyê ketin. Hewl tê dayîn ku şewat were vemirandin.

Li gundên rojhilatê Kobanê jî şewat derket
17 hezîran, 2019   17:20
KOBANÊ

Nûçegihanên me ji Kobanê diyar kirin ku li gundên rojhilatê bajêr agir bi zeviyên çandiniyê yên genim û ceh û daran ketin. Ji ber ba şewat gihaşt zeviyên di navbera gundên Eyn Bet, Bostek, Qeremûx, Cîşan, Qebecix û Holaqî de.

Nûçegihanan destnîşan kirin ku şewatê heta niha dirêjahiya 7 km û firehiya panbûna zêdeyî kîlometreyekî zevî da ber xwe.

Tîmên agirkujiyê  bi hevkariya şêniyan şewatê vedimirînin.

ANHA