Li Barzan û Culemêrgê çalakiyên gerîla

Gerîlayên HPG’ê li herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê û herêma sînorê Culemêrgê li dijî hêzên Tirk ên dagirker rêzeçalakî li dar xistin.

Li Barzan û Culemêrgê çalakiyên gerîla
15 hezîran, 2019   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ku çavkaniyên ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re ragihandine, gerîlayên HPG’ê li Tepê Xwedê yê herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê û li Culemêrgê li dijî hêzên Tirk ên dagirker çalakî li dar xistin.

Hate diyarkirin ku di çalakiya şeva înê de gelek windahiyên artêşa Tirk çêbûn, lê têkildarî bîlançoyê agahiyên zelal bi dest neketin.