Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriyê dan

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan  û vasîsê Ocalan Mazlum Dinç, Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, Birayê Omer Hayrî Konar, Emin Konar û Xwişka Veysi Aktaş  Sabiha Aslan, bi armanca li Îmraliyê hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriyê dan
14 hezîran, 2019   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi armanca bi xizmên xwe yên li Îmraliyê re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan  û vasîsê Ocalan, Mazlum Dinç ji bo hevdîtinê bikin serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dîsa  birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, Birayê Omer Hayrî Konar Emin Konar û Xwişka Veysi Aktaş  Sabiha Aslan jî bi heman armancê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş ku di 15'ê Adara 2015'an de wekî Sekreterya çûn Îmraliyê û Hamîlî Yildirim jî di 15'ê tîrmeha 2015'an de çû Îmraliyê cara ewil di 5'ê Hezîrana 2019'an de çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin.

ss