Li Amûdê şêniyan şewat vemirand, şewata li Til Hemîsê dewam dike

Careke din agir bi zeviyên çandiniyê yên herêma Cizîrê ket. Şêniyan bang li aliyên peywendîdar kir ku agir vemirînin beriya ku fireh bibe.

Li Amûdê şêniyan şewat vemirand, şewata li Til Hemîsê dewam dike
11 hezîran, 2019   12:19
QAMIŞLO

Beriya niha bi çend kêliyan agir bi zeviyên çandiniyê li gundê Birîva yê girêdayî navçeya Amûdê, ket. Agir ji aliyê şêniyan ve hat vemirandin. Her wiha gir bi zeviyên gundê Til Lehim û Barde yên rojavayê navçeya Til Hemîsê bi 15 km, ket. Nûçegihanê me diyar kir ku ji ber bayê gur, agir ber bi bakur ve diçe.

Tîmên agirkujiyê berê xwe da cihê bûyerê da ku agir vemirînin beriya ku fireh bibe.

Şaredariyên gel ên navçeya Til Hejmîs û navçeya Amûdê bang li şêniyan kir ku berê xwe bidin cihê bûyerê da ku agir vemirînin beriya ku fireh bibe.

Berfirehî tê…

(bx)

ANAH