Ji destpêka şerê li herêmên bêçek ve hezar û 78 kes hatine kuştin

Şer û binpêkirinên li “herêmên bêçek” didomin. Hêzên rejîma Sûriyê herêmên di bin dagirkeriya çeteyên Tirkiyê yên li bejahiya Idlib û Hemayê de bombebaran kirin û di encamê de gelek kuştî çêbûn. Bi vê yekê hejmara kuştiyan ji destpêka şer ve gihîşt hezar û 78 kesî.

Ji destpêka şerê li herêmên bêçek ve hezar û 78 kes hatine kuştin
4 hezîran, 2019   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên rejîma Sûriyê herêmên di bin dagirkeriya çeteyên Tirkiyê de li bejahiya Hema û Idlibê bombebaran kirin.

Balafirên şer li bejahiya başûrê Hemayê herêmên gundê Dêr Sinbul bombebaran kir. Hejmara zarokên ku îro hatin kuştin bû 2, ji wan zarokekî ku şevê din ji ber bomebarana bi moşekan li ser herêmên bajarê Kefer Nibul ê bejahiya başûrê Idlibê ye.

Îro di saetên sibê de balafirên şer ên rejîmê 26 caran herêmên gund û bajarokên Hebît, Meret Herme, Tirmile, Xan Şêxûn, aliyên rojavayê bajarê Meret Naman, Şêx Mustefa, Bisinqûl, derdora Erîha, Ehsem, Meşûn, Kore, Sehab, Fetîra ên bejahiya Idlib û Hemayê bomebebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku helîkopterên rejîma Sûriyê çend bermîlên teqemeniyê avêtin herêmên Neqîr ê bejahiya başûrê Idlibê. Her wiha hêzên rejîma Sûriyê di aliyê bejahiyê de herêmên Letamne, Kefer Zîta yên bejahiya bakurê Hemayê topbaran kirin. Di encama wê de agir bi zeviyan ket. Her wiha bi moşekan herêmên Xan Şêxûn ê bejahiya başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Bi vê yekê hejmara kuştiyan ku piraniya wan sivîl in, ji destpêka şerê li herêmên bêçek ji 30`ê Nîsana derbasbûyî ve bû hezar 78 kes.

(bx)