El-Derwîş: Kiryarên terorîst vîna gelê azad têk nabe

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb El-Derwîş Cejna Remezanê li şêniyên Bakur û Rojhilataê Sûriyê pîroz kir û anî ziman ku êrîşên terorîst li pêşiya kêfxweşiya şêniyan a ji cejnê re nabe asteng. El-Derwîş destnîşan kir ku kesek nikare vîna azad a gelên Bakur û Rojhilata Sûriyê têk bibe.

El-Derwîş: Kiryarên terorîst vîna gelê azad têk nabe
3 hezîran, 2019   14:42
REQA

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb El-Derwîş Cejna Remezanê li şêniyên bajarê Reqayê û Bakurê Sûriyê pîroz kir û got: "Em hêvî dikin ku ev cejn bibe destpêkek nû ji gelê Sûriyê re û alozî bi dawî bibe."

El-Derwîş wiha domand: "Ewlehiya ku li herêmê ava bûye ji tevgera bazirganî û aramî, hişt ku ev cejn ji cejnên par cudatir be. Tevî teqînên ku duh rû dane, lê ew li hember pêşwazîkirina şadiya şêniyan û helwesta wan ji vegera aramiyê nebû asteng."

Têkildarî êrîşên ku par li bajarê Reqayê rû dane El-Mişleb got: "Kesên ev karê kirît kirine, isbat dikin ku nikarî li pêşberî QSD`ê ya ku tevahiya teşeyên terorê tune kirî bisekinin."

El-Derwîş tekez kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek gel e û hewl dide yek armancê pêk bîne ew jî azadiya gelên bindest û pêkanîna rêgezên neteweya demokratîk e.

Ji aliyî din ve hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb El-Derwîş destnîşan kir ku pêvajoya bê bidesxistina destkeftiyên mezintir li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîst dike.

Di dawiyê de El-Derwîş tevahiya sûriyan ên ku li derve ne  muxeteb girt û got: "Bi hezaran şêniyên Sûriyê li derve ne em bang li wan dikin ku vegerin û rola xwe di jinûveavakirina bajarê xwe de bilîzin."

(şx)

ANHA