Şêniyên herêma Firatê mewsima xwe radestî Desteya Aboriyê dikin

Desteya Aboriyê ya Herêma Firatê, mewsima ceh bi 100 û ya gemin jî bi 160 lîreyên Sûriyê ji xelkê werdigire û ji bo sala pêş di depoyên çandiniyê de kom dike.

Şêniyên herêma Firatê mewsima xwe radestî Desteya Aboriyê dikin
Şêniyên herêma Firatê mewsima xwe radestî Desteya Aboriyê dikin
Şêniyên herêma Firatê mewsima xwe radestî Desteya Aboriyê dikin
Şêniyên herêma Firatê mewsima xwe radestî Desteya Aboriyê dikin
Şêniyên herêma Firatê mewsima xwe radestî Desteya Aboriyê dikin
Şêniyên herêma Firatê mewsima xwe radestî Desteya Aboriyê dikin
Şêniyên herêma Firatê mewsima xwe radestî Desteya Aboriyê dikin
3 hezîran, 2019   12:44
KOBANÊ

Îsal ji ber zêdebûna baranê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mewsima ceh û genim dereng hatin rakirin û patozên li herêmê berê xwe da herêmên derveyî Kobanê. Hejmareke mezin ji zeviyên welatiyan, di encama şewatên ji ber pirsgirêka avêtina boçikên cigareyan û pêxistina agir ji aliyê kesên nenas ve, şewitî. 

Piştî ku patosan dest bi çinîna ceh û genim kir, Desteya Aboriyê ya Herêma Firatê hejmareke mezin ji mewsima ceh û genim, di depoyên çandiniyê de pêşwazî dike. Buhayê ceh bi 100 û yê genim jî bi 160 lîreyên Sûriyê tê firotin.

Li Kobanê aşek tenê ji bo wergirtina ceh li pêş Nexweşxaneya Emel heye, ji 25`ê Gulanê ve ew depo rojane 700 ton ceh pêşwazî dike, her wiha 2 depoyên genim jî ji bo komkirina mewsimê li gundê Rovî û navçeya Çelebiyê hene. Ji 1`ê Hezîranê ve dest bi wergirtina genim dike, heta niha her yek ji wan depoyan, rojane derdora 800 ton werdigirin.

Li kantona Girê Spî jî 2 depoyên genim li Eyn Îsa û Sixêrat hene, rojane derdora 700 ton genim werdigirin, ya li Delhliyê jî 600 ton ceh werdigire.

Depoyên li herêma Firatê yên Eyn Îsa, Sixêrat, Çelebî û Rovî zêdetirî 13 hezar ton genim texzîn dike, her wiha amadekarî ji bo depoya genim a herî mezin li Şergragê tê kirin ku ew depo dê 120 hezar ton genim wergire.

Rêveberiyê Komîteya Aborî ya kantona Kobanê Xelîl Şêx Mislim got: "Em amade ne ku hemû mewsimê cotkaran wergirin û di sala pêş de bi nirxê li gorî razîbûna wan bifiroşin."  

(hh-om)

ANHA