Li mizgeftên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimêja cejnê saet 06:00`an e

Kongreya Civaka Islamî ya Demokratîk Cejna Remezanê li Umeta Islamê pîroz kir û hêvî kir ku cejn bibe roja aştî û hezkirinê li tevahî cîhanê.

Li mizgeftên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimêja cejnê saet 06:00`an e
2 hezîran, 2019   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Civaka Islamî ya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyama Cejna Remezanê weşand û cejn li cîhana islamî û mirovahiyê pîroz kir û hêvî kir ku cejn bibe roja bi dawîbûna şer û giyana aştî û hezkirinê li cîhanê.

Kongreyê destnîşan kir ku nimêja cejnê li tevahiya mizgeftên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê di sibeha roja yekemîn a cejnê de di saet 06:00`an be.

(şx)

ANHA