Çeteyên Tirkiyê li Babê zeviyên çandiniyê dan ber agir         

Li ser şopa DAIŞ‘ê şeteyên "Mertala Firatê" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundên Babê yên rizgarkirî zeviyên çandiniyê dan ber agir.

Çeteyên Tirkiyê li Babê zeviyên çandiniyê dan ber agir         
31 gulan, 2019   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê çeteyên  koma "Mertala Firatê" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker ku xwe li gundê El-Ecmî yê gundewarê Babê bi cih kirine, zeviyên çandiyên yên gundê El-Biwêhîc ku di bin parastin Meclisa Leşkerî ya Babê de ye dan ber agir, di encamê de firehiyek mezin a zeviyên ceh û genim ê şêniyên gund şewitîn.

Meclisa Leşkerî ya Babê û Tîmên Agirkujê bi desteka şêniyên gund agir vemirandin.