Fransa: Nîşaneyên bikaranîna çekên kîmyawî li Idlibê li gel me hene

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Laudrian roja Sêşemê ragihand ku li cem Fransayê nîşaneyên bikaranîna çekên kîmyawî li Idlibê li bakur rojavayê Sûriyê hene.

Fransa: Nîşaneyên bikaranîna çekên kîmyawî li Idlibê li gel me hene
28 gulan, 2019   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa AFP bi bîr xistiye, Wezîrê Derve yê Fransayê li pêşiya Komîteya Karûbarên Derve ya Komeleya Neteweyî got: "li cem me nîşaneya bi karanîna çekên kîmyawî li Idlibê hene. Lê heta niha em jê piştras nebûne."

DYA`yê hefteya borî diyar kir ku eger isbat bû Rejîma Sûriyê di 19`ê Gulanê de çekên kîmyawî bi kar anîye dê tevî hevalbendên xwe bi lez bersîvek guncew bidin.

Amerîka piştî ku Rejîma Sûriyê bi karanîna çekên kîmyawî di Nîsana 2017 û Nîsana 2018`an de tewanbar kir, du caran nuqteyên Rejîma Sûriyê kir hedef.