Di şerê di navbera çeteyan de sivîlek mir, 3 birîndar bûn

Di şerê di navbera çeteyên "Ehrar El-Şam" û Ehrar El-Şerqiya" li navçeya Cindirês de welatiyekî Efrînî mir û 3 jî birîndar bûn.

Di şerê di navbera çeteyan de sivîlek mir, 3 birîndar bûn
Di şerê di navbera çeteyan de sivîlek mir, 3 birîndar bûn
Di şerê di navbera çeteyan de sivîlek mir, 3 birîndar bûn
28 gulan, 2019   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji hundirên Efrînê ji ANHA‘ê yê diyar kir ku di şerê di navbera çeteyên "Ehrar El-Şam" û Ehrar El-Şerqiya" de li sûka navçeay Cindirês de welatiyê bi navê Silêman Tobal ê ji Efrînê mir û 3 birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan şer piştî çeteyekî Ehrar El-Şam bi navê Ebû Seqir Tebqa ku nêzîkî çeteyên Ehrar El-Şerqiyê ve hate girtin derket. Çavkaniyan gotin, çeteyên koma "Ehrar El-Şerqiyê" êrîş birin ser navnedên çeteyên Ehrar El-Şam ên li sûka navçeya Cindirêsê û di navbera herdualiyan de şer rû da.

ANHA