Li Reqayê zarokên komên çandê hatin xelatkirin

Meclisa Sivîl a Reqayê bi armanca teşwîqkirina zarokan ji aliyê çandê ve zarokên komên çandê xelat kirin.

Li Reqayê zarokên komên çandê hatin xelatkirin
Li Reqayê zarokên komên çandê hatin xelatkirin
Li Reqayê zarokên komên çandê hatin xelatkirin
Li Reqayê zarokên komên çandê hatin xelatkirin
28 gulan, 2019   15:05
REQA

Ji ber keda wan a di boneyên têne lidarxistin de û ji bo teşwîqkirina zarokan ji aliyê çandê ve Meclisa Sivîl a Reqayê zarokên komên çand û hunerê  bi merasîmekê xelat kirin.

Endamên Navenda Çand û Hunerê, Meclisa Sivîl a Reqayê û malbatên zarokan tev li merasîma xelatkirinê bûn.

Hevserokê Navenda Çand û Hunerê Ziyad Ehmed got: "Ji ber ku zarok di pêşkêşkirina berhemên xwe yên çandê de bi serketin û ji bo wan teşwîqkirin û bilindkirina morale wan me ev merasîm lidar xist."

Ziyad El-Ehmed nêzîkbûna cejna Remezanê li tevahiya gel Sûriyê pîroz kir û bang li sûriyên li derve kir da ku vegerin warên xwe.

Zaroka bi navî Sîdra Osman ku endama Koma Çandê ya Reqayê spasiya Meclisa Sivîl kir û got: "Ji ber ku ez ji stranê hez dikim, tev li komê bûme. Ez hêvî dikim ku di rojên pêş de bibin yek ji kesên ku çanda Reqayê ya resen vedibêjin."

Koma Çandê ya Reqayê ji 10 zarokan ji her du zayandan ve pêk tê. Komê berhemên çandî yên girêdayî çanda Reqayê di zêdetirî boneyekê de pêşkêş kirin jê Roja Jinê ya Cîhanî, Newroz û salvegera rizgarkirina Reqayê.

(şx)
ANHA