Şehîd Salih bi merasîmekê hate oxirkirin

Bi tevlîbûna bi sedan welatiyên herêma Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Salih El-Casim (Salih Tebqa) hat veşartin.

Şehîd Salih bi merasîmekê hate oxirkirin
Şehîd Salih bi merasîmekê hate oxirkirin
Şehîd Salih bi merasîmekê hate oxirkirin
Şehîd Salih bi merasîmekê hate oxirkirin
Şehîd Salih bi merasîmekê hate oxirkirin
Şehîd Salih bi merasîmekê hate oxirkirin
Şehîd Salih bi merasîmekê hate oxirkirin
28 gulan, 2019   14:44
TEBQA

Bi sedan welatiyên herêma Tebqayê ji bo oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Salih El-Casim (Salih Tebqa) ê di encama nexweşiyê de şehîd bû li ber nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê kom bûn. Girseya welatiyan cenaze wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan ber bi goristana şehîdan ve çûn.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebdulkerîm Îbrahîm bavê şehîd Ebû Rîş axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, rêya şehîdan rêya azadî, rumet û biratiya gelan e.

Hevserokê Komîteya Hundirîn a Tebqayê Mezlum Umer jî anî ziman ku ji şehîd Salih destpêka rizgarkirina Tebqayê tevî nexweşiya xwe kedeke mezin di parastina herêmê de da.

Bi navê Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Hamid Ebdulrihman El-Ferec jî bal kişand ser keda şehîdan a rizgarkirina mirovahiya ji zulma çeteyan û soza parastina destkeftiyên şehîdan da.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

ANHA