Cotkaran Tebqayê dixwazin şewatn zeviyan bên lêpirsînkirin

Foca agirvemirandinê ya Tebqayê duh bi hevkariya tîma agirvemirandinê ya Reqayê û destwedanên destpêkê, nêzî 10 hezar donim ji zeviyê gundê Hedac ku li Bakurê Tebqayê dikeve vemirand. Di vê çarçoveyê de cotkaran bang li aliyên peywendîdar kir ku deriyê lêpirsînê der barê sedama rûdana bûyerê û kesên li pey şewatê de vekin

Cotkaran Tebqayê dixwazin şewatn zeviyan bên lêpirsînkirin
26 gulan, 2019   11:16
TEBQA

Têkildarî bûyerê ji ber rasthatina dema şewatê û asta zirarê, cotkar dibêjin ev bûyer ne tesadufî ye û bi taybet dema ku hûrgilî li ser malperên girêdayî çeteyan û rejîmê girte ser xwe hatin belavkirin, her tişt hate zelalkirin ku ev şewat rizqê şêniyên dikin armanc.

Di vê derbarê de ANHA`yê şewata ku duh rû da, şopand û bi rêya ajansê cotkar û xwediyên zeviyên ku hatine şewitandin bang li aliyên peywendîdar kir ku lêpirsînê der barê sedemên şewatê de bikin. Her wiha amadekariyên der heqê erebeyên agirvemirandinê de ku di nava 24 saetan de amade bin û li hemû rêyan werin belavkirin da ku yekser ji deverên rûdana şewatê re bibin bersiv, bi taybet li vê herêmê, ji ber ku kesên planker ev herêm kirine rojeva xwe.

Her wiha cotkaran bal kişand ser girîngiya şopandina xwediyên patozan û bi taybet ku piraniya wan ne li gorî alavên ewlehiyê yên ku Komîteya Aboriyê di demên berê de diyar kiribûn, tev digerin. Alavên ku Komîteya Aboriyê diyar kiribûn jî ev in; hebûna pergala agirvemirandinê bi patozan re û siwarkirina depoyên avê da ku rê li pêşiya gurkirina şewatê bigire.

Di vê der barê de Komîteya Aboriyê bang li cotkarên Tebqyê kir ku di zûtirîn demê de hilberînên xwe biçînin û der barê kesên gumanbar de yekser agahiyê bidin aliyên peywendîdar û hevkariyê bi tîma agirvemirandinê re bikin da ku yekser agir vemirînin.

(eh)

ANHA