Çeteyên Tirkiyê êrîşî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê dikin

Çeteyên "Mertala Firatê" ya girêdayî dagirkeriya Tirkiyê nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê bi çekên navîn û giran topbaran dike. Li ser bersivdayînê di navbera herdu aliyan de şer rû dide.

Çeteyên Tirkiyê êrîşî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê dikin
22 gulan, 2019   18:12
MINBIC

Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa me re diyar kir çeteyên "Mertala Firatê" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji gundê Olalşî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê li gundê El-Bûxazê yê Babê bi çekên giran û navîn topbaran dike.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku li ser bersivdayîna Meclisa Leşkerî ya Babê şer di navbera herdu aliyan de diqewime.

ANHA