Li Minbicê pêşangeha hunerên jinan

Meclisa Jinên Ciwan a Minbic û Gundewarên Wê pêşangeheke hunerî li dar xist. Pêşangeh ji pêşandana şano, wêne û tabloyên hunerî pêk tê.

Li Minbicê pêşangeha hunerên jinan
Li Minbicê pêşangeha hunerên jinan
Li Minbicê pêşangeha hunerên jinan
Li Minbicê pêşangeha hunerên jinan
Li Minbicê pêşangeha hunerên jinan
Li Minbicê pêşangeha hunerên jinan
Li Minbicê pêşangeha hunerên jinan
Li Minbicê pêşangeha hunerên jinan
Li Minbicê pêşangeha hunerên jinan
Li Minbicê pêşangeha hunerên jinan
Li Minbicê pêşangeha hunerên jinan
Li Minbicê pêşangeha hunerên jinan
Li Minbicê pêşangeha hunerên jinan
22 gulan, 2019   12:56
MINBIC

Pêşangeh li ser dika Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê hate birêxistinkirin.

Pêşangeh bi beşdariya hejmareke ciwanan, bi dehan şêniyên bajarê Minbicê, endamên komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê li dar ket.

Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê hejmarek ji ciwanan şanoyek bi navê "Têkoşîna Zindanan" pêşkêş kir. Şano li ser têkoşîna jinan di zindanan de û kiryarên faşîzma dîktatoran li dijî jinan bi taybet bû. Her wiha nameyek ku tekane rêya şikandina qeyd û bendên faşîzmê têkoşîn û berxwedan e, raber kir.

Pêşangeh ji 25 tablo û wêneyên ku rola jinan diyar dikin, her wiha tabloyan têkoşîna çalakgerên grevê yên di zindanên Tirkiyê de bi taybet têkoşer Leyla Guven berz kirin, pêk dihat.

(eh)

ANHA