Rûsya: Heyet Tehrîr El-Şam êrîş birin ser bargehên rejîma Sûriyê

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku çeteyên "Heyet Tehrîr El-Şam" êrîşeke dijwar birin ser bargehên hêzên rejîma Sûriyê li başûrê barêzgeha Idlibê.

Rûsya: Heyet Tehrîr El-Şam êrîş birin ser bargehên rejîma Sûriyê
21 gulan, 2019   20:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Navenda Lihevhatinê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyeyê li Sûriyê Victor Kubcichen di daxuyaniyeke çapemeniyê de got, "Çekdarên di bin sîwana Heyet Tehrîr El-Şam/ Cebhet El-Nusra ya berê de tevdigerin îro Sêşemê saet 17:35 bi tank û wesayîtên bombebarkirî êrîşî bargehên hêzên rejîma Sûriyê li xeta Hibêt- Kefer Nebûda û Kefer Zêta- Hemamiyat kirin. Hêzên rejîmê niha berisva êrîşên ‘dijwar‘ dide".