Rewşenbîrên Kobanê tecrîd şermezar kirin û çalakger silav kirin

Rewşenbîrên Kobanê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û berxwedan Leyla Guven û hevalên wê yên grevên birçîbûnê de ne silav kirin. Rewşenbîran bang li rêxistinên navdewletî û hiqûqa mafê mirovan kir erka xwe ji bo bidawîkirina tecrîdê pêk bînin.

Rewşenbîrên Kobanê tecrîd şermezar kirin û çalakger silav kirin
14 gulan, 2019   17:24
KOBANÊ

Endamên Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê li pêşiya navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido kom bûn û daxuyaniyek ji raya giştî ya cîhanê re parve kirin. Di daxuyaniya bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî hate xwendin de bang li civaka navdewletî hate kirin ku sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk re deynin.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Di çarçoveya ragihandina qanûnên navdewletî yên mafên mirovan de, mafên girtiyên siyasî têne parastin û divê dewlet li gorî qanûnan tevbigerin. Lê dewleta Tirk a dagirker bi tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, qedexekirina serdana parêzeran û neşkerekirina rewşa wî ya tenduristiyê hemû qanûnên navdewletî binpê dike. Li ser vê yekê divê hesabpirîn ji dewleta Tirk li pêşberî Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha navdewletî were kirin."

Di berdewama daxuyaniyê de rewşenbîran xwestin ku "Zext li dewleta Tirk were kirin da ku li gorî van qanûnan tevbigire û hemû mafên qanûnînî bide Abdullah Ocalan wekî girtiyekî siyasî, rêber û sembolê gelê Kurd ku ji bo doz û mafê gelê Kurd ê rewa têkdikoşe û banga aştî û jiyana hevbeş di navbera hemû gelên herêmê  û cîhanê dike" û wiha hate domandin " Tiştekî ne layiq e ku rêxistinên navdewletî û mirovî li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk di vê aliyê de bêdeng be, binpêkirinên ne exlaqî yên Tirkiyê hişt gelek welatî û girtî li hemberî van binpêkirina bikevin grevên birçîbûnê û rojiya mirinê."

Di dawiya daxuyaniyê de rewşenbîran gotin: "Di vê der barê de em têkoşîna çalakger Leyla Guven û hevalên wê yên siyasetmedar, parlemanet, rojnamevan û dayikên aştiyê silav dikin. Em bang li hemû alî, sazî û rêxistinên navdewletî û qanûnî, bi taybet Komîteay Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û hemû kesên azadîxwaz dikin ku erka xwe pêk bînin, kiryarên ne qanûnî û ne exlaqî yên dewleta Tirk teşhîr bikin da ku azadiya rêber, têkoşer û sembol Abdullah Ocalan misoger bikin. Her wiha em bang li wan dikin ku nehêle Tirkiyê qanûnên mafên mirovan derbas bike, lê belê di qadên navdewletî de were şermezarkirin û cezakirin.

Em bang li hemû rewşenbîrên cîhanê dikin ku rola xwe ya pêşeng di vê warî de bînin cih."

ANHA