YPG‘ê 12 şehîdên Berxwedana Serdemê bibîr anîn

 Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG‘ê bi daxuyaniyekê nasnameya 12 şervanên di Berxwedana Serdemê ya Efrînê şehîd bibûn, ragihand.

YPG‘ê 12 şehîdên Berxwedana Serdemê bibîr anîn
14 gulan, 2019   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG‘ê bi daxuyaniyekê nasnameya 12 şervanên di Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şehîd bûne, eşkere û ji malbatên wan re sersaxî xwest.

Daxuyanî wiha ye;

Şerê Azadiyê ya li Rojava û Bakûrê Sûriyê, bi avakirina lehengiyên mezin, bû dika ku em berxwedanên bê hempa lê raber dikin. Yek ji wan berxwedanên ku di cewher de nivîsandina destanan e, di sala 2018’an de li Efrînê destpê kir. Zarokên fedaî yên gelê me, li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker ya li ser paşeroja hewldanên avakirina civak û pergala demokratîk li bakûrê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, bi lehengiyên mezin têkoşiyan û destanan nivîsandin. Bi dehan hevrêyên me yên ku di şerê li seranserê Efrînê belav bû de têkoşiyan, him rêçûna şer guherandin û him jî ji paşerojê re mîrateyek berxwedaniyê ya bê hempa hiştin. Di vê çarçoveyê de em nasnameyên .. hevrêyên xwe yên ku di mehên Sibat û Adarê de li herêmên cûda yên Efrînê di encama şer û êrîşên asîmanî de şehîd ketin, bi raya giştî re parve dikin.

Nasnameyên şehîdên me wiha ne:

Nasnav: Cuma Amed

Nav û Paşnav: Sedat Karaca

Navê Dayikê: Zahîde

Navê Bav: Abdullah

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn Raco / 3 Adar 2018

****

Nasnav: Dilşad Herekol

Nav û Paşnav: Ferhat Kaya

Navê Dayikê: Naze

Navê Bav: Halit

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn-Cindirês Gundê Kora/ 10 Adar 2018

*****

Nasnav: Êrîş Kobanê

Nav û Paşnav: Fadil Yusif

Navê Dayikê: Semîra

Navê Bav: Omer

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn-Bilbilê Gundê Şexurzê / 19 Adar 2018

****

Nasnav: Lezgîn Cudî

Nav û Paşnav: Hakan Zeyrek

Navê Dayikê: Sarya

Navê Bav: Xelîl

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn-Şiyê Gundê Senarê / 26 Sibat 2018

****

Nasnav: Mahîr Cûdî

Nav û Paşnav: Nîmet Uca

Navê Dayikê: Husniye

Navê Bav: Selîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn Raco / 3 Adar 2018

****

Nasnav: Nûda Çiya

Nav û Paşnav: Şehrîban Yildiz

Navê Dayikê: Serfina

Navê Bav: Heyrettin

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn Raco / 3 Adar 2018

****

Nasnav: Rênas Barman

Nav û Paşnav: Dijwar Aydogan

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Remezan

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn Şiyê / 15 Adar 2018

****

Nasnav: Sarîna Bêrîtan

Nav û Paşnav: Dêrsîm Seyîd Ehmed

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Îbrahim

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn Cindires / 13 Adar 2018

****

Nasnav: Sînan Amed

Nav û Paşnav: Osman Çelîk

Navê Dayikê: Fîkriye

Navê Bav: Fariz

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn-Raco / 4 Adar 2018

****

Nasnav: Şoreş Ayhan

Nav û Paşnav: Hesen Elî

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Adem

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn-Şêrwa Gundê Burç Heyder / 15 Adar 2018

****

Nasnav: Tekoşîn Cûdî

Nav û Paşnav: Ayşe Çapar

Navê Dayikê: Şirîn

Navê Bav: Remezan

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn-Raco / 20 Sibat 2018

****

Nasnav: Xwînda Welat

Nav û Paşnav: Rewşan Bekir

Navê Dayikê: Zeynep

Navê Bav: Mehmûd

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn-Reco Gundê Derwîş / 19 Sibat 2018

Em di şexsê 12 rêhevalên xwe de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minet bibîr tînin, ji malbata wan û gelê xwe re sersaxiyê dizwazin"