Şêniyên Cirniyê dîwarê parçekirinê red kir

Şêniyên Cirniyê ya Tebqayê di saetên derengiya şevê din de bi armanca şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker, binpêkirinên wê li ser xaka Sûriyê, hewldanên qutkirina Efrînê û lêkirina dîwarê parçekirinê, xwepêşandanek li dar xist.

Şêniyên Cirniyê dîwarê parçekirinê red kir
Şêniyên Cirniyê dîwarê parçekirinê red kir
Şêniyên Cirniyê dîwarê parçekirinê red kir
Şêniyên Cirniyê dîwarê parçekirinê red kir
Şêniyên Cirniyê dîwarê parçekirinê red kir
10 gulan, 2019   09:53
TEBQA

Bi sedan şêniyên bajarokê Cirniyê û gundewarên wê li gundê Mamare yê başûrê rojavayê bajarok xwepêşandanek li dar xist. Di meşê de meşale û pankartên bi nivîsa "Na ji bêdengiya  navdewletî re” û “Bêdengiya navdewletî îrade û israra me zêde dike” hatin rakirin û dirûşmên li dijî dagirkeriya Tirkiyê û silavkirina berxwedana Efrînê hatin berzkirin.

Meş li ber dibistana gund veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên Meclisa Cirniyê Henan Xelef û ji rêveberên Mala Jinan Ayat Xelef axivîn.

Di axaftinan de kiryarên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirinên mafên mirovan li Efrînê û herêmin din û bêdengiya navdewletî hatin şermezarkirin. Her wiha hate gotin ku jinan li Efrînê para herî zêde ji binpêkirinan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, para xwe hilda.

Di axaftinan de hate tekezkirin ku berxwedan heta rizgarkirina her bihosteke xaka Sûriyê ji dagirkeriya Osmanî ya faşîst dê dewam bike û xeyalên jinûveavakirina serdema Osmaniyan tiştekî ne pêkan e.

Mitîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

(bx)

ANHA