Malbatên şehîdan ên Girê Spî: Em ê heta şikandina tecrîdê tê bikoşin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Girê Spî daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û daxwaza rakirina tecrîda ku hikumeta Tirkiyê li ser Ocalan pêk tîne, kir û piştgiriya xwe ji bo çalakgerên greva birçîbûnê diyar kir.

Malbatên şehîdan ên Girê Spî: Em ê heta şikandina tecrîdê tê bikoşin
10 gulan, 2019   09:30
GIRÊ SPÎ

Ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Girê Spî daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Daxuyanî ji aliyê endamê meclisê Nasir Mihemed ve li Goristana Şehîd Mehmûd Temê bi beşdarbûna endamên rêveberiyê û saziyên kantonê û bi dehan malbatên şehîdan hate xwendin.

Daxuyaniyê daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku tecrîd kiryareke dermirovî ye, her wiha silav ji çalakgerên greva birçîbûnê yên di girtîgehên Tirkiyê de û derve re şandin.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li raya giştî û cîhanê hate kirin ku li daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê guhdariyê bikin û civaka navneteweyî ji bêdengiya li hember tecrîda li ser Ocalan derkeve.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Malbatên şehîdan ên kantona Girê Spî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê deng namînin û ew ê ji bo şikandina tecrîda li ser rêberê mirovahiyê tê bikoşin."

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedêrên greva birçîbûnê bi dawî bû.

ANHA