Komîteya Çandiniyê li Reqayê ji sedî 80’ê kanalên avdanê sererast kirin

Xebatên Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo pêşxistina warê çandiniyê berdewam in. Komîteyê kanalên avdanê yên sereke û şaxî bi rêjeya ji sedî 80 sererast kiriye.

Komîteya Çandiniyê li Reqayê ji sedî 80’ê kanalên avdanê sererast kirin
Komîteya Çandiniyê li Reqayê ji sedî 80’ê kanalên avdanê sererast kirin
Komîteya Çandiniyê li Reqayê ji sedî 80’ê kanalên avdanê sererast kirin
Komîteya Çandiniyê li Reqayê ji sedî 80’ê kanalên avdanê sererast kirin
Komîteya Çandiniyê li Reqayê ji sedî 80’ê kanalên avdanê sererast kirin
Komîteya Çandiniyê li Reqayê ji sedî 80’ê kanalên avdanê sererast kirin
9 gulan, 2019   06:37
REQA-HEMÎD EL-ELÎ

Cotkarên Reqayê û gelek herêmên din di radeya yekemîn de debara xwe bi çandiniyê peyda dikin. Lê ji ber wêrabûna binesaziya bajêr di van çend salên dawîn de çandinî li herêmê paşde çûye. Ji ber wê Komîteya Çandinî û Avdanê hewl da kanalên avdanê sererast bike.

Niha piştî xebatên bêhempa yên komîteyê piraniya kanalên avdanê bi rêjeya ji sedî 80 carek din ketin xizmetê.

Xebatên Komîteya Çandiniyê

Komîteyê hewl da kanalên avdanê, pire û pergalên avê sererast bike. Mîna kanalên El-Xeyale, Meex El-Ensar, El-Refi El-Malî, El-Belîx, Ebû Kebra, El-Ebara, 17, El-Mirtaha, projeya bîrê El-Heşm, El-Cerwe, El-Sehlebiye jêrîn û jorîn, Volkano, Til El-Semin û El-Hîşe û Kesret Sirûr.

Her wiha alavên xizmetguzariyê yên komîteyê bendên axî yên ku çeteyên DAIŞ`ê li ser her du aliyên kanalên avdanê danîne rakirin, kanal ji gemar û axê paqij kirin.

Girêdayî pergalên ava avdanê Komîteya Çandiniyê hewl da tevahiya pergalên gundewarê Reqayê sererast bike weke pergala 26 k a El-Esediye, Eiyoc, El-Recim. El-Kalte, Marûde, El-Mişêrfe û Şinîne.

Komîteya Çandiniyê xebatên sererastkirina tevahiya stasyonên hilmijên avê bi dawî kirine. Herî dawî stasyona Til El-Simin, Tawî Riman û El-Himêrat.

Endamê rêveber ê Buroya Avdanê Fadil El-Mistefa got: "Gelek kanalên avdanê di demên berê de di encama kirinên çeteyan de hatibûn rewşekê ku nayên bikaranîn. Tevî wê kanal ji 2011`an ve nehatine restorekirin."

Fadil diyar kir ku stasyonên avdanê, kanalên avdanê, pergalên avdanê û riyên avdanê rolek di pêşketina warê çandiniyê de li herêmê dilîzin.

(şx)

ANHA