ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.05.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.05.2019
7 gulan, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şaredariya Gel a herêma El-Keramê piştî belavbûna hejmara zêde ya mêşan ên ku bûn sedema nexweşia Leşmaniya dest bi hemleya reşandina dermanên dijmêşan dike. Her wiha hewl dide riyên ku di encama barana vê dawiyê de bariye zirar dîtine sererast bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Fermendarê QSD`ê Xelîl Wehş El-Nebir diyar kir ku sê alî QSD`ê dikin hedef û hewl didin wê têk bibin. Her wiha ragihand ku DAIŞ`ê di meha derbasbûyî de derdora 180 êrîş pêk aniye lê hemû têk çûne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêx Ebdulrehman El-Reşîd diyar kir ku encamên Komxebata Êlên Sûriyê, tevahiya aliyên Sûriyê yên ku berê li hev civîne nigihaştin wan biryaran. El-Reşîd wiha bersîv da daxuyaniyên Rejîmê: "Em ne xayîn û çete ne. Em welatparêz in armanca me parastina xaka me ye. bi rastbînî daxuyaniya komxebatê bixwînin." .(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêx êlên Ereb ên ku tev li Komxebata Êlên Sûriyê bûne encamên komxebatê bi berhemdar wesifandin û dikevin xizmeta gelê Sûriyê. Her wiha tekez kirin ku hêza gelê Sûriyê di yekrêziya ref û vîna ku DAIŞ`ê tune kirin de misoger e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyên Reqayê banga avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê yên girtî li gel QSD'ê kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Jinên gundewarê Reqayê kultur û jiyana xwe ya xwezayî diparêzin, bi taybet çêkirina Zerb(perdeya ku konê ji hev du qut dike).Lê di van demên dawîn de ev kultur paşde çûye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Nûnera jinên El-Tewariq û çalakvana sivîl a Amezîx a Lîbyayê berxwedana Leyla Guven bi efsanewî wesifand. Her wiha destnîşan kir ku mîna berxwedana jina Kurd li cîhanê tune ye û got: "Doz û dijmina me yek in, ji ber êw divê em têkliyên xwe bi hev re ava bikin û sûd ji tecrubeya hev du bigirin da ku li hember tevahiya siyasetên çewisandinê yên li dijî me bisekinin."

CIVAK Û JIYAN

-Ji bo sivikkirina aloziya tirafîkê, Şaredariya Gel a navçeya El-Şerqiye ya bajarê Qamişlo dest bi vekirina riya di deriyê têketina rojhilat bi dirêjahiya 350 m û penahiya 8 m kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Her herêmek di meha Remezanê de bi vexwarin û xwarinên xwe yên cihereng tên naskirin. Taybetmendiya Bajarê Minbicê û gundewarê wê di meha Remezanê de cuda ye. Hindek firoşkar bi firotina xwarin û vexwarinên taybet bi meha Remezanê debara xwe peyda dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA