Pompeo: Me tevegrek Îranî şopand dibe ku bibe sedema aloziyê ye

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro Duşemê got, DYA`yê îro tevgera Îranê şopandiye, piştî ku Amrîka ragihand ku dê barkêşên balafiran bişîne Rojhilata Navîn.

Pompeo: Me tevegrek Îranî şopand dibe ku bibe sedema aloziyê ye
6 gulan, 2019   20:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Pompeo ji rojnamevanan re got " Em hîna çalakiyekê dibînin. Ji ber wê em texmîn dikin ku dibe sedema aloziyekî. Ji ber wê em girtekên pêwîst çi ji aliyê ewlehî ve yan jî karînên me ji bo peydakirina komek berfireh ji berbijarkan li hember serok, eger rast tiştek rû bide."

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Patrick Chanahan  got ji ber tehdîdek cidî ji hêla hêzê rejîma Îranê ve, wî qebûl kiriye barkêşa balafiran û topavêjan bişînin Rojhilata Navîn.

Patrick Chanahan li ser malpera xwe ya Tiwittrê jî daxuya kirin ku ev girtek di çarçoveya veguhertina cebilxaneyê li gel tehdîdek cidî ji hêla Îranê ve ye.

Patrick Chanahan wiha domand: "Em bang li rejîma Îranê dikin ku tevahiya kirinên xwe yên ku hêrsa me radikin rawestîne. Em berpirsyariya her êrîşekê li dijî hêzên Amerîkayê yan jî berjewendiyên me dixin stûyê Îranê."