Mala Êzidiyan 27 êzidî radestî Meclisa Şengalê kirin

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê 27 êzidiyên ji şêniyên Şengalê ku bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk hatine rizgarkirin, radestî Meclisa Şengalê kirin.

Mala Êzidiyan 27 êzidî radestî Meclisa Şengalê kirin
Mala Êzidiyan 27 êzidî radestî Meclisa Şengalê kirin
6 gulan, 2019   10:06
HESEKÊ

Bi amadebûna Buroya Têkiliyên Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Meclisa Malbatên Şehîdan, hevserokatiya kantona Hesekê û hevserokatiya Mala Êzidiyan 14 jin û 13 zarokên ku QSD’ê ji çeteyên DAIŞ’ê li gundê Baxozê rizgar kirine, hatin radestkirin.

Di merasîma radestkirinê de axaftin ji hêla fermandarê Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD’ê Şiyar Hesekê, hevserokê Meclisa kantona Hesekê Abdulxenî Osê, endamê rêveber ê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Îlyas Sîdo û Tevgera Jinên Êzidî Ehlam Hecê ve hatin kirin.

Fermandarê Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD’ê Şiyar Hesekê wiha got: "Di dirêjahiya pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê bajarê Dêrazorê de, hêzên me bi sedan jin û zarokên êzidî yên ku ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin, rizgar kirin. Radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê hatin kirin."

Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa kantona Hesekê Abdulxenî Osê da zanîn: "Li herêmên Rojava berxwedana ku QSD’ê ji bo rizgarkirina jin û zarokên Êzidî pê rabûye, berxwedaneke mezin hate û cihê rêzgirtinê ye."

Bi navê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê endamê rêveber Îlyas Sîdo wiha got: "Li ber gewretirîna şehîdan û qurbaniya wan serê xwe ditewînin. Ku ne ji xwîna wan bûya me nikarî jin û zarokên êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikirana û tola wan hilda."

Sîdo bal kişand ser ku 27 kesên ku radestî Meclisa Şengalê hatine kirin ji demeke nêz de hatine rizgarkirin. Lê ji ber rewşa wan a tendirustî radestkirin dereng ket.

Di dawiyê Sîdo diyar kir ku hikumeta Iraqê bû sedema astengiyan ku wan jin û zarokan radestî malbatê bê kirin. Wiha lê zêde kir: "Şêniyên Şengalê bi rojan li ser sînor in da ku zarok û xizmên xwe yên hatine revandin, radest bigrin."

Edama rêveber a Tevgera Jinên Êzidî Ehlam Hacî îşaret pê kir ku heta niha 129 revandî yên ji destê çeteyên DAIŞ’ê di hemleya Bagera Cizîrê de hatine rizgarkirin radestî birine û wiha domand: "Em jî dê wan radestî malbatên wan ên li Şengalê bikin."

Ehlam da zanîn ku astengiyên dijwar ên ku rastî me tên girtina Dergeha Rojava Iraqê ye û wiha axivî: "Me nikarî rasterast radestî malbatên wan bikirina. Ji lew re nêzî mehekê li Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê man û ji nav wan jî birîndar û nexweş jî hene û tedawî dibûn."

Piştî axaftinan êzidiyên hatine rizgarkirin ,radestî Meclisa Şengalê hatin kirin. Tê payîn ku di saetên pêş de bigihîjin Şengalê.

(fr)

ANHA