Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiryarên Tirkiyê şermezar kirin

Bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qada Jina Azad a Kobanê kom bûn û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya civaka navneteweyî ya der barê kiryarên Tirkiyê yên li Efrînê de şermezar kir û piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê kir.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiryarên Tirkiyê şermezar kirin
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiryarên Tirkiyê şermezar kirin
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiryarên Tirkiyê şermezar kirin
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiryarên Tirkiyê şermezar kirin
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiryarên Tirkiyê şermezar kirin
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiryarên Tirkiyê şermezar kirin
5 gulan, 2019   12:28
KOBANÊ

Bi hezaran sûriyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe da naverasta bajarê Kobanê û tevî pankartên bi nivîsên redkirina dagirkeriya Tirk û piştevaniya çalagkerên grevên birçîbûnê meşiyan.

Meşvanan ji saetên sibehê ve berê xwe da Qada Jina Azad a ku bi wêneyên çalakgerên grevên birçîbûnê yên ji gelek bajarên cîhanê û yên di girtîgehên dewleta Tirk de, wêneyên têkoşera Kurd Leyla Guven û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine xemilandin.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ehmed Xoce diyar kir ku lêkirina dîwar li derdora Efrînê ji hêla Tirkiyê ve û bêdengiya dewletên garantor nîşaneyeke diyar û eşkere ye der barê peymana Astanayê de da ku gelê Sûriyê bi dirûşmên bêbingeh û pûçkirina projeya neteweya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bixapînin.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî bang li civaka navdewletî kir ku der barê kiryarên li Efrînê û herêmên dîtir ên Sûriyê dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin. Li aliyekî din jî dirûşmên silavkirina grevên birçîbûnê berz kirin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Hêrêma Firatê Almaz Romî tekez kir ku jinên Sûriyê dê li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin û dê di berxwedana xwe de berdewam bikin heta rakirina tecrîda li ser Ocalan. Her wiha bang li hemû jinên Sûriyê û yên li hundirê Tirkiyê kir ku li dijî binpêkirinên Tirkiyê û ji bo piştevaniya şêniyên Efrînê ku azaran ji dest dagirkeriya Tirk dikêşin, piştgir û yek bin.

Li aliyekî din jî endama Meclisa Sivîl a Reqayê Hened Eta tekez kir ku ew hatine Kobanê da ku dengê xwe ku nêzî sînor in, bilind bikin û bibêjin "Ew wek şêniyên Reqayê dagirkeriya Tirk a ku xaka Sûriyê ya Efrînê parçe dike, red dikin.”

(fr)

ANHA