Bi hatina Remezanê re sûka Qamişlo geş bûye

Bi rasthatina meha Remezanê re bazara Qamişlo ji ber amadekariyan şêniyan di nava qerebalixê de ye. Şêniyan ji ber hevnegirtina nirxên kel û pelan de, bang li Şaredariya Gel kir ku nirxên kel û pelan standart bikin.

Bi hatina Remezanê re sûka Qamişlo geş bûye
Bi hatina Remezanê re sûka Qamişlo geş bûye
Bi hatina Remezanê re sûka Qamişlo geş bûye
Bi hatina Remezanê re sûka Qamişlo geş bûye
Bi hatina Remezanê re sûka Qamişlo geş bûye
Bi hatina Remezanê re sûka Qamişlo geş bûye
Bi hatina Remezanê re sûka Qamişlo geş bûye
Bi hatina Remezanê re sûka Qamişlo geş bûye
5 gulan, 2019   09:58
QAMIŞLO - EHMED SEMÎR

Hemû şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên meha rojiyê anku Remezanê dikin. Ji ber vê yekê şênî dadikevin bazaran da ku pêdiviyên xwe ji kel û pelan, sebze û xurmeyan bikirin.

Tê zanîn ku di van rojan de bazar ji çûn û hatina şêniyan di nava qerebalixekê de ye, ji ber vê yekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û polîsên Trafîkê bi erka xwe radibin.

Yek ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku amadekariyên meha rojiyê dikin, bajarê Qamişlo ye ku niha bazara wê ji ber amadekariyên şêniyan ji bo meha rojiyê geş û şên e.

Buhayên sebzeyan hevgirtî nîn in

Lê ji aliyekî din ve jî şêniyan azarên xwe der heqê cudabûna di buhayê sebzeyan de anî ziman. Li ser vî esasî şêniyan bang li Şaredariya Gel kiri ku li bazara bajêr standartekê di nav nirxan de çêkin.

Têkildarî mijarê Abdulhadî El-Selmo (45) ku yek ji şêniyên Qamişlo ye, li bazara sebzeyan kar dike û diyar kir ku vê salê nirxên kel û pelan cuda ne û sedema vê yekê jî ew e ku bazirgan bi nirxan dilîzin.

Selmo wiha axivî: "Dema em buhayên kel û pelan de ji bazirganan dipirsin, tevî ku em bi lîreyên Sûriyê didin û distînin, ne bi dolaran jî, lê sedemê bi bilindbûna nirxê dolar li hember lîreyên Sûriyê ve vedigerînin.” 

Di heman çarçoveyê de endamê Zabîteya Şaredariya Gel a Navçeya Xerbî ku girêdayî bajarê Qamişlo ye, Wasil Esed destnîşan kir ku zabîta piştî gilî û gazinên şêniyên bajar, der barê buhabûna kel û pelan de gerêên xwe ser dikandaran zêde kirine û wiha got: "Zabîteyên li şaredariyê dixebitin, dema ku dikandar nirxên kel û pelan zêdetirî nirxê wê difiroşin, bacan li  li ser bazirganan ferz dikin.”

(eh)

ANHA