Li “herêmên bêçek” şer gur dibe

Hêzên rejîmê û Rûsyayê asta şerê li herêmên qaşo bêçek bilind kir. Bejahiya Idlib û Hemayê ji serê sibehê ve zêdetirî 84 caran hate bombebarankirin.

Li “herêmên bêçek” şer gur dibe
5 gulan, 2019   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer û helîkopterên Rûsyayê û rejîma Sûriyê di roja 6’an de dijwartirîn şerê ji destpêka sala 2018`an ve daye destpêkirin û herêmên li gundewarên El-Hemewî û Idlibê bombebaran dikin.

Balafirên şer ên Rûsyayê piştî şeva şemiyê û heta niha herêm 20 caran bombebaran kir, 2 caran li ser Qerqûr, Fetîrê, Sirqab, Sihriyê û derdora El-Kibniyê û Termla, li ser Ihsim, Mozrê, Emîqa, Hewaş, Kefirnebil, Zekat, Temaniya û derdora Cebel Xesaniyê li bejahiya Cisir El-Şixûr gelek caran bombebaran kirin.

Balafirên Sukhoi SU-24 ên şer ku ji balafirgeha T- 4 a rojhilat Himisê rabûn, 6 caran li derdora El-Hebît û 3 caran li derdora bajarokê Mera Hermê û 2 caran derdora bajarokê El-Barê bomebaran kirin, her wiha balafirên şer bi çekên xwe yên giran derdora bajarokê Kefir Iwêd û gundewarên Idlibê bombe kirin.

Her wiha helîkopteran ji şevê din û heta niha 30 bermîlên teqemeniyê avêtin, 16 bermîl avêtin derdora bajarokê Kefirnebûdê yê bejahiya bakurê rojavayê Hemayê, 6 li ser herêmên gundê El-Neqîr li bejahiya başûrê Idlibê û 2 jî li Şêx Mistefa, Kefir Iwêd û Um El-Sîr. Li aliyekî din jî hêzên rejîmê şevê din heta niha bi dehan topan ser cihên li bajarokê Kefirzîta, Morik, Latimanê, Kefirnebûdê, gundên Zikat, Sexir û Banê gundên bakur û bakurê rojavayê Hemayê û bajarokê Hibêt û Abdîn gundên başûrê Idlibê avêtin.

Piştî kûrbûna nakokiyan di navbera dewletên di tora Astanayê ya dawîn de, li herêmên bêçek ji aliyê Rûsya û hêzên rejîmê şer gurtir bû.

(jo)