Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê gundê Til Medîq topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên gundê Til Medîq ê Şehbayê bi çekên giran topbaran dike.

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê gundê Til Medîq topbaran dikin
2 gulan, 2019   17:34
ŞEHBA

Leşkerê û artêşa Tirk a dagirker topbarana li ser gundên kantona Şehbayê didomîne. Hêzên dagirker ji herêmên Marî û Ezazê ji saetên êvarî ve gundê Til Medîq bi çekên giran topbaran dikin.

Der bare ziyanan de agahî nehatin bidestxistin.

Di saetên danê nîvro jî hêzên dagirker gundên Til Cîcan, Samoqa û bendava Şehbayê bi moşekan topbaran kirin. Ji ber topbaranê ziyanên madîn gihiştin mal û milkên sivîlan.

ANHA