Rewşenbîrên Reqayê yekîtiya xwe ava kirin

Rewşenbîrên Reqayê bi dirûşmeya "Bi çand û zanistê em ê hebûna xwe xurt bikin" konferansa xwe li dar xistin û yekîtiya xwe ava kirin.

Rewşenbîrên Reqayê yekîtiya xwe ava kirin
Rewşenbîrên Reqayê yekîtiya xwe ava kirin
Rewşenbîrên Reqayê yekîtiya xwe ava kirin
Rewşenbîrên Reqayê yekîtiya xwe ava kirin
Rewşenbîrên Reqayê yekîtiya xwe ava kirin
Rewşenbîrên Reqayê yekîtiya xwe ava kirin
Rewşenbîrên Reqayê yekîtiya xwe ava kirin
2 gulan, 2019   17:18
REQA

Rewşenbîrên Reqayê bi armanca avakirina yekîtiya xwe konferanseke li dar xistin. Di konferansa ku li Navenda Çand û Hunerê hate lidarxistin de rewşenbîrên Reqa, Tebqa, endamên Meclisa Sivîl a Reqayê û şêx û rûspiyên herêmê û rewşenbîrên herêmên Firat û Cizîrê wekî mêvan beşdarî konferansê bûn.

Konferans bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Paşê bi navê Komîteya Çand û Hunerê ya Reqayê Hesen Mustefa axivî, bi xêrhatina beşdaran kir û lidarxistin konferansê li xelkên Reqayê pîroz kir.

Mustefa got: "Em îro li bajarê çand û wêjeyê li bajarê Reşîd kom bûn, armanca me em hevgirtina xwe xurt bikin da ku bajarê xwe veguherînin paytexeke çandê."

Bi navê Rêveberiya Jinan a Reqayê Xaliya Kecwan jî axivî û got: "Roj bi roj bajarê me geş dibe. Her kesî dît bê çawa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin zulma desthiltdaran û tarîtiyê jiyan û çanda me hate temirandin, lê bi saya fikrê Rêberê Neteweya Demokratîk Abdullah Ocalan jin azadiya xwe bi dest xist û jiyana çandî ya gelan vegeriya."

Piştî axaftinan, rêziknameya ji aliyê Komîteya Amadekar ve hatibû amadekirin, hate xwendin, piştî nîqaşkirin û guhertina hin bendên wan, ji aliyê beşdaran ve hate erêkirin.

Di berdewama konferansê de, hilbijartin pêk hatin. Li gorî piraniya dengan (Rîm El-Hemûd, Bitûl Qawiq, Emel Etar, Ehmed El-Birsan, Elî Xisara, Ebdulrehman El-Ehmed û Micewl El-Ehmed) wekî rêveberên Yekîtiya Rewşenbîrên Reqayê hatin hilbijartin.

Konferans bi xwendina encamnameyê konferansê ji aliyê endamê Komîteya Amadekar Mensûr El-Reşîd ve hate xwendin. Di encamnameyê de plansaziya demên pêş hatin rêzkirin, ji wan lidarxistina mîhrîcana salane ya Reşîd e.

ANHA