Ji Konferansa Rêveberiya Jinan a Reqayê biryarên girîng

Konferansa Rêveberiya Jinan a Reqayê bi hilbijartina rêveberan û girtina biryaran bi dawî bû.

Ji Konferansa Rêveberiya Jinan a Reqayê biryarên girîng
Ji Konferansa Rêveberiya Jinan a Reqayê biryarên girîng
Ji Konferansa Rêveberiya Jinan a Reqayê biryarên girîng
Ji Konferansa Rêveberiya Jinan a Reqayê biryarên girîng
Ji Konferansa Rêveberiya Jinan a Reqayê biryarên girîng
Ji Konferansa Rêveberiya Jinan a Reqayê biryarên girîng
2 gulan, 2019   18:21
REQA

Îro Yekemîn Konferansa Rêveberiya Jinan a Reqayê bi beşdarbûna hezaran delegeya, mêvanên ji herêmên Firat, Cizîrê, Minbic, Tebqa û Dêrazorê li Hola Tac a navenda bajarê Reqayê hate lidarxistin.

Piştî erêkirina bendên rêziknameyê, rapora salekê ya xebatên Rêveberiya Jinan a Reqayê ji aliyê Horiya Igêl ve hate xwendin.

Di berdewama konferansê de ji bo hilbijartina endamên rêveber ên Rêveberiya Jinan a Reqayê dengdan pêk hat. Kesên hatin hilbijartin ev in;  Xewla El-Îsa, Meryem El-Ebo, Zuleyxa Ebdî, Xalya Kecwan, Horya Igêl, Sewsen El-Xelef û Fehîma El-Casim.

Piştre biryarên ku di konferansê de hatin girtin ji aliyê Buroya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê Feyrûz Xelîl ve hate xwendin. Biryarên hatin girtin wiha ne;

-Li hemberî hemû gefên li ser herêmên rizgarkirî têkoşîn were kirin.

-Li hemberî dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê têkoşîn were kirin.

-Bi armanca ku xzext li aliyên navdewletî were kirin da ku jin rola xwe di çarçeserkirina aloziya Sûriyê û hunandina destûrê de hebe, xebat were meşandin.

-Piştgirî bi berxwedana jinên têkoşer ku banga azadiya gelan dikin were kirin.

-Ji bo qezenckirina desteka navdewletî ya li dijî berhamehiyên terorê û cezakirina wan, xebat were meşandin.

-Danasîna mafên jinan bi zilaman re.

-Li hemberî hemû curd gendeliya di civakê de têkoşîn were kirin û li hemberî kesên ku gendeliyê belav dikin biryar werin girtin.

-Zêdekirina pêngavên perwerdekirina jinan.

-Ji nû ve sazkirina meclis û komînên jinan.

-Hejmara jinan di nava Hêzên Parastina Civakê de were zêdekirin.

-Aktîvkirina Dada Civakê û koordînekirina bi dadgeha Reqayê re.

-Pêşxistina rola jin di werzîşê de bi rêya vekirina navendên werzîşê bi koordîneya aliyên têkildarî re.

-Derbarê berhemên hunerî û çandî yên jinan mîhrîcan werin lidarxistin.

-Qedexeye jin di saziyan de rûyê xwe bigire.

Di dawiya konferansê de encamname ji aliyê Meryem Îbrahîm ve hate xwendin. Di encamnameyê de, rêveçûna konferansê û biryarên hatin eşkerekirin.

ANHA