Hevbendî salvegera rizgarkirina Tebqayê pîroz kir

Bi dirûşmeya `Erê ji azadiyê re û na ji teror û koletiyê re` Hevbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê ya şaxê herêma Tebqayê salvegera duyemîn a rizgarkirina bajêr ji hêla QSD`ê ve pîroz kir.

Hevbendî salvegera rizgarkirina Tebqayê pîroz kir
Hevbendî salvegera rizgarkirina Tebqayê pîroz kir
Hevbendî salvegera rizgarkirina Tebqayê pîroz kir
Hevbendî salvegera rizgarkirina Tebqayê pîroz kir
Hevbendî salvegera rizgarkirina Tebqayê pîroz kir
2 gulan, 2019   16:58
TEBQA

Şahî li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hate li darxistin. Girseyek ji endamên saziyên sivîl û leşkerî tevî bi dehan şêniyên herêma Tebqayê tevlî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê bi navê Buroya Jin a Hevbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê Fatme El-Elî axivî û destnîşan kir ku jin herî zêde para xwe ji zulmê û çewisandinê girtiye, lê piştî rizgarkirina herêmê derfet çêbû ku rola xwe pêk bîne.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, dayika şehîd Gîvara Emîne Ebdulrezaq salvegera duyemîn a rizgarkirina bajêr li tevahiya malbatên şehîdan pîroz kir û destnîşan kir ku bi saya fedekariya QSD`ê Tebqa rizgar bû.

 Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Hind El-Elî bal kişand ser serkeftinên ku piştî rizgarkirinê hatin bidestxistin û diyar kir ku li herêmê tevî gefên Tirkiyê û bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî kiryarên Tirkiyê xebatên wan dewam in.

Piştre Buroya jin a Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê senevizyonek girêdayî pêşketinên ku li Tebqayê pêk hatine û rola jin a çalak di xizmeta civakê de hate pêşandan.

Buroya Jin xelat li Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan, Navenda Çand û Hunerê, YPJ, QSD`ê belav kir.

Di dawiya şehiyê de beşdaran xelekên govendê li ber stranên gelêrî yên koma Firatê ya Navenda Çand û Hunerê û Koma Zarokan a hunerên gelêrî gerandin.

(şx)
ANHA