HPG'ê nasnameya şehîdên Xakurkê ragihand

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, 4 gerîlayên 10'ê Nîsanê di êrîşa hewayî de li Xakurkê şehîd bûn bi bîr anî.

HPG'ê nasnameya şehîdên Xakurkê ragihand
28 nîsan, 2019   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di bomberdûmana 10'ê Nîsanê de ya li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyên me Dersim Baz, Mizgîn Kurdistan, Zîlan Ciwanro û Zîlan Gerdî şehîd bûn.

Hevrêyên me Dersim Baz, Mizgîn Kurdistan, Zîlan Ciwanro û Zîlan Gerdî ku bi şiyara 'Rêbertiyê azad û Kurdistana azad' cihê xwe li nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê girtin, di vê oxirê de bi baweriyeke mezin têkoşiyan. Hevrêyên me ji dema ku tevlî vê doza pîroz bû û pê ve, bi baweriyeke mezin, biryardarî û daxwazeke xurt bi wezîfeyên serdemê tevbigeriyan; bûn mînakeke girîng ji fedakarî, dilsozî û daxwaza azadiyê. Hevrêyên me, bi perwerdeya li çiyayên Kurdistanê dîtin, ji bo xwe bigihînin pîvanên jiyana şoreşgerî û jinên azad timî hewl dan. Di heman demê de di hunera leşkerî de şareza bûn û bi kîn û hêrsa li dijî dijminê mêtinger giranî dan ser serketina têkoşînê. Wezîfeya me ya bingehîn û ciwanên welatparêz ên Kurdistanê ye ku xwedî li bîranîna van hevrêyên hêja derkevin û meşa wan a serketinê bi ser bixînin.

Her çar hevrêyên me yên milîtan pê piştrast bûn ku bi fedakarî û berdêlan azadî bi dest dikeve û em wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Di şexsê malbatên wan ên hêja de sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala wan a azadiyê bi ser bixînin."

Li gorî daxuyaniya HPG'ê nasnameya gerîlayên şehîd bûn wiha ye:

Nasnav: Dersim Baz

Nav paşnav: Hêlîn Gelîcî

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Dilber-Seyfî

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Nîsana 2019 / Xakurkê

*****

Nasnav: Mizgîn Kurdistan

Nav paşnav: Îpek Bedîr

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Makbûle-Mahmût

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Nîsana 2019 / Xakurkê

*****

Nasnav: Zîlan Ciwanro

Nav paşnav: Şehla Mehmetvelî

Cihê jidayikbûnê: Ciwanro

Dayik-Bav: Sefiye-Afrasyap

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Nîsana 2019 / Xakurkê

*****

Nasnav: Zîlan Gerdî

Nav paşnav: Nezîre Yucel

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Nedîme-Fazil

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Nîsana 2019 / Xakurkê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk agahî da:

Artêşa TC a dagirker 24'ê Nîsanê serê sibehê li qadên Piro, Girê Hêşetê, Xirbikê Besta û Serê Ormanê yên herêma Bestayê ya Botanê dest bi operasyonê kir. Heman rojê saet 07:30'î hêzên me li qada Girê Mehuşkê li baskekî hêzên operasyonê xistin. Di çalakiya sabotajê de leşkerek hate kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. 26'ê Nîsanê operasyon bêyî encamekê werbigire bi dawî bû û hêzên me ji operasyonê zerar nedîtin.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 27'ê Nîsanê (doh) êvarê saet 18:00 bombe li qada Keşanê ya herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Bomberdûmanê ziyan li hêzên me nekir."