Şêniyên herêma Firatê lêkirina dîwarê li Efrînê şermezar kir

Ji bo redkirina guhertina demografîk û lêkirina dîwarê parçekirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bi sedan şêniyên herêma Firatê meşek li dar xist.

Şêniyên herêma Firatê lêkirina dîwarê li Efrînê şermezar kir
Şêniyên herêma Firatê lêkirina dîwarê li Efrînê şermezar kir
Şêniyên herêma Firatê lêkirina dîwarê li Efrînê şermezar kir
Şêniyên herêma Firatê lêkirina dîwarê li Efrînê şermezar kir
Şêniyên herêma Firatê lêkirina dîwarê li Efrînê şermezar kir
28 nîsan, 2019   12:23
KOBANÊ

Îro bi sedan şêniyên herêma Firatê li ser banga PYD`ê ji bo şermezarkirina lêkirina dîwarê parçekirina Efrînê ji xaka Sûriyê, meşek li dar xist.

Endamên rêveberiyên partiyên siyasî, saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên kantonên Kobanê û Girê Spî û bi sedan şêniyên bajêr tev li meşê bûn.

Şêniyan alên PYD`ê, Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Na ji bêdengiya navneteweyî ji guhertina demokrafîk li Efrînê re”, “Em ê berxwedana xwe bilindtir bikin û dîwar hilweşînin û Efrînê rizgar bikin" hatin hildan.

Meşê ji Qada Jina Azad a li navenda bajarê Kobanê dest pê kir û heta Qada Aştiyê ya li nêzî deriyê sînor li bakurê bajarê Kobanê ve çû. Li wir endama Meclisa PYD`ê ya Kobanê Eyşe Efendî axivî û wiha got: "Komploya dagirkirin û guhertina demografîk li Efrînê hîn didome, ji bo wê em ê asta berxwedan û têkoşîna xwe bilindtir bikin û Efrînê rizgar bikin."

Eyşe wiha gotina xwe bi dawî kir: "Berxwedana li Efrînê hîn didome, em di Efrînê hene, hevalên me çalakiyên leşkerî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tînin. Em ê Efrînê mîna Kobanê ji terorê rizgar bikin."

Her wiha cîgirê hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Mistefa jî axivî û teqez kir ku rizgarkirina Efrînê yek ji armancên wan ên sereke ye, amadekariya wan ji bo rizgarkirina bajar heye. Sebrî Mistefa bal kişand ser girîngiya hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê ku bi hev re têkoşîneke hevpar li dijî dagirker bimeşînin.

Meş bi dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê û lêkirina dîwarê parçekirinê bi dawî bû.

(jo)

ANHA