Êlên herêmê dagirkeriya di bin navê herêma “ewle” de qebûl nakin

Rûspiyê êla El-Şerabîn Mihemed Arif destnîşan kir ku êlên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmek ewle bi ya sponseriya Tirkiyê red dikin û got: "Em qebûl nakin ku Tirkiye derbasî bostek xaka Sûriyê bibe.  Tirkiyê bi hinceta herêma ewle hewl dide komployên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne."

Êlên herêmê dagirkeriya di bin navê herêma “ewle” de qebûl nakin
28 nîsan, 2019   05:40
NAVENDA NÛÇEYAN-AZAD SEFO

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl nakin herêmek “ewle” bi sponseriya Tirkiyê were avakirin. Şêniyên herêmê dibêjin ku ew hinceteke ji bo pêkanîna komloya dagirkeriyê.

Rûspiyê êla El-Şerbaîn Mihemed Arif diyar kir ku êlên Ereb hebûna Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin. Arif destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide serdema Osmaniyan carek din vegerîne xaka Sûriyê.

Arif got: "Danûstandinên me girêdayî hewldanên dagirkeriya Tirkiyê bi êlên herêmê re hene. Elên herêmê dagirkirina herêmê, heman demê de herêmên Cerablus û Babê, qebûl nakin. Ji bo vê jî pêwîstiya berxwedanê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê destnîşan kirin."

Arif diyar kir ku gelê herêmê bi axa xwe be girêdayî ne û  ev tişt anî ziman:" Xaka me şerfa me ye. Wek şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya gelê Sûriyê li hember niyetên Tirkiyê em ê bê bertek nemînin. AKP xeyal dike ku ew ê li Sûriyê bibîne. Êlên herêmê dê li rex QSD`ê li ber xwe bidin û desteka pêwîst ji tevahiya aliyan ve ji bo derxistina dagirkeriyê pêşkêş bikin."

Mihemed Arif destnîşan kir ku Erdogan û çeteyên wî yên ku Bab û Cerablus dagir kirine, xwedî çandên xwînmij in û got: “Bi hezaran gelê Sûriyê kuştin û herî darî Efrîn wêran û talan kirin. Gelê Efrînê dan koçberkirin.”

Girêdayî herêma “ewle” ya ku Tirkiye qal dike Arif got: “Ew her herêmek ewle ya bi sponseriya Tirkiyê red dikin. Qebûl nakin ku Tirkiyê derbasî bostek xaka Sûriyê bibe. Tirkiyê nekarî bi rêya DAIŞ, Cebhet El-Nusra û komên din derbasî herêmê bibe. Niha jî dixwaze bi sînaryoya herêma “ewle” herêmên Bakurê Sûriyê dagir bike.”

Di dawiyê de Mihemed Arif bang li civaka navdewletî kir ku bendekî daynin pêşiya Tirkiyê û binpêkirinên wê yên li Efrînê.

(şx)

ANHA