`Ocalan rêberê gelên herêmê ye û em ê tecrîdê bişkînin`

Pêkhateyên herêmên Bakur û Rojilatê Sûriyê teqez kirin ku Ocalan rêberê gelên herêmê ye û wiha gotin: “Tecrîda ku lê hatiye ferzkirin qanûnên navdewletî binpê dike. Bêdengiya navdewletî weke rêdayîna Tirkiyê ye da ku siyasetên xwe yên li dijî Ocalan bidomîne.”

`Ocalan rêberê gelên herêmê ye û em ê tecrîdê bişkînin`
28 nîsan, 2019   04:31
QAMIŞLO-KADAR IBRAHÎM

Dewleta Tirk ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve tecrîdek girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşînin. Armanca sereke ya tecrîdê ew e ku rê li ber perspektîfên Ocalan ji bo gelên bindest bigre.

Li ser asta cihanî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev binpêkirina Tirkiyê tê şermezarkirin. Şêniya bi navê Şêrîn Şikrî ya ji navçeya Tirbespiyê tecrîda li ser Ocalan hatiye ferzkirin, şermezar kir û got: “Tirkiye hovîntirîn binpêkirinan li ser Ocalan dimeşîne. Wî ji mafê herî xwezayî besît mîna hevdîtinên bi malbat û parêzeran re, mehrûm dike.”

Şêrîn diyar kir ku ev binpêkirin di encama bêdengiya navdewletî û dewletên ku demokrasiyê îdia dikin de, rû didin û wiha domand: "Tirkiye bêdengiya wan weke erêkirinekê dibîne."

‘Fikrê Ocalan li ser erdê pêk tê’

Şêniyê bi navê Şefîq El-Wehb ji pêkhateya Ereb e û li navçeya Tirbespiyê dimîne. El-Wehb diyar kir ku Tirkiye di ferzkirina tecrîdê de negihaşt armancên xwe û wiha got: "Ji ber ku fikrê Ocalan li ser erdê pêk tê."

El-Wehb destnîşan kir ku ji ber siyasetên dewletên mitînger hişyarî pêwîst e, ji ber ku ji berê ve hewl didin tevlheviyê di navbera pêkhateyan de belav bikin. El- Wehb wiha got: “Lê fikrê Ocalan riya xilasiyê ji vê tevliheviyê ye. Ocalan ne tenê rêberê pêkhateyekî ye, ew Rêberê gelên herêmê ye."

Di dawiyê de El-Wehb destnîşan kir ku di pêvajoya heyî de gelên herêmê bi hewcedariya perspektîfên Ocalan in. El- Wehb got: “Em ê tecrîda ku dewleta Tirk li Ocalan ferz dike, bişkînin."

(şx)

ANHA