‘Tirkiye hewl dide dagirkeriya xwe berfireh bike’

Serokê Buroya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ferhan Îsa, diyar kir ku dijminatiya dewleta Tirk ji gelê Sûriyê re piştî lêkirina dîwarê parçekirinê da ku Efrînê ji xaka Sûriyê qut bikin, careke din diyar dibe.

‘Tirkiye hewl dide dagirkeriya xwe berfireh bike’
27 nîsan, 2019   04:21
REQA – HEMED MUSTEFA – EMAR XELEF

Dewleta Tirk a dagirker di demên dawîn de dîwarê parçekirinê li Efrînê lê dike. Armanca wê ji vê yekê ew e ku Efrîna dagirkirî ji xaka Sûriyê qut bike.

Serokê Buroya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ferhan Îsa der barê polîtîkayên dewleta Tirk de ji ajansa me ANHA`yê re axivî. Ferhan Îsa destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ew e ku çavbirçîbûna xwe li herêmê berfireh bike û herêmên din ji dewletên cîran, dagir bike.

Ferhan Îsa di axaftina xwe de wiha got: "Dewleta Tirk ji berê de beşek ji aloziya Sûriyê ye. Bi armanca zêdekirina xaka di bin dagirkeriya xwe de û dagirkirina  xaka Sûriyê da ku ji nû ve serdema Osmaniyan li herêmê vejîne, destek dida komên çete."

Îsa teqez kir ku dewleta Tirk berpirsa hemû kuştin û diziya li Efrîn, Idlib û herêmên din ên Sûriyê ye ku bi armanca ferzkirina fikrên xwe yên dîktatorî pêk tîne. Ferhan Îsa destnîşan kir ku dewleta Tirk piştî Lîwa Iskenderûn ji xaka Sûriyê qut kir, niha jî Efrîna dagirkerî ji xaka Sûriyê qut dike da ku rêzeçalakiyên xwe ji kuştin, dizî û revandina şêniyên Efrînê dewam bike.

Ferhan Îsa bêdengiya navdewletî der barê kiryarên dewleta Tirk ên parçekirina Sûriyê de şermezar kir û wiha anî ziman: "Tirkiye li gorî Peymana Skeys-Picot ku xaka Sûriyê parçe kir, tev digere. Bi hemû şêwazan hewl dide xaka Sûriyê parçe bike û civaka navdewletî jî bê deng e."

Serokê Buroya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ferhan Îsa di dawiyê de tekez kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu carî parçekirinê qebûl nakin û wê li hember hemû hewldanên dagirkeriyê bisekinin.”

(bx)

ANHA