Srî Lanka 140 kesî ji ber têkiliya wan a bi DAIŞ’ê re lêpirsîn dike

Serokê Srî Lankayê Maithripala Seressina da zanîn ku polîs li 140 kesên ku têkiliya wan bi DAIŞ`ê re heye, lêpirsîn dike.

Srî Lanka 140 kesî ji ber têkiliya wan a bi DAIŞ’ê re lêpirsîn dike
26 nîsan, 2019   08:57
NAVENADA NÛÇEYAN

Reutersê ragihand ku îro serokê Srî Lankayê Maithripala Seressina got: "Polîs li 140 kesên ku guman li ser wan heye ku têkiliya wan bi rêxistina DAIŞ a terorê re heye, ku di roja cejna xiristiyanan de êrîş birine ser dêr û otêlan û di encamê de zêdetirî 300 kes hatin kuştin, lêpirsîn der barê wan de daye destpêkirin.”

Serokê Srî Lankayê ji rojnamevanan re diyar kir ku çend ciwanên ji Srî Lankayê yên gumanbar, ji sala 2013`an ve girêdana wan bi rêxistina tundraw DAIŞ’ê re hebûye.

 (eh)