Parlamenterê Swîsreyê ji bo destwerdana rewşa Efrînê bang kir

Parlamenterê Swîsreyê Bernard Gul got binpêkirinên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê paqijiya etnîk e, her wiha bang li Meclisa  Swîsreyê kir ku di zûtirîn demê de tev bigere da ku zextê li Tirkiyê bike ku van kiryaran rawestîne.

Parlamenterê Swîsreyê ji bo destwerdana rewşa Efrînê bang kir
26 nîsan, 2019   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Meclisa Niştîmanî ya Swîsreyê parlamenter Bernard Gul ji Meclisa Yekitiya Swîsreyê re li ser binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li Efrînê axivî.

Gul wiha got: “Dewleta Tirk û çeteyên wê, binpêkirinên der heqê gelê Sûriyê û di serî de li gelê Kurd ê li Efrînê dike.” Gul rapor û daxuyaniyên Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî wek şahid diyar kirin.  

Gul bal kişand ser rewşa li Efrînê û wiha pê de çû: "Sivîlên li Efrînê rastî revandinê tên, her wiha koçberkirina bi darê zorê, talankirina mal û milkên wan tê kirin û bacan li wan ferz dikin."

Bernard Gul bang li Meclisa Swîsreyê kir ku bersiva van pirsan bide:

- Şêniyên Efrînê yên ku ji herêmên xwe ji ber êrîşên Tirkiyê koçber bûn, li ku derê dijîn û di nav çi rewşê de ne?

- Swîsre dê tu alîkariyên mirovî ji wan koçberan re pêşkêş bike, dê çawa pêşkêş bike?

- Swîsre der heqê binpêkirinên li ser gelê Kurd li Efrînê û hemû Sûriyê de dê çi pêşkêş bike?

- Meclisa Swîsreyê der barê pêşkêşkirina alîkariyan ji koçberên li Efrînê re û jib o ku ji nû ve wan li xaka wan vegerînin û mîsogeriya ewlehiya wan bike, dê çi bike?

- Eger hikumeta Swîsreyê guh nade doza vegera koçberên Efrînê li welatê wan, rola wan di vegerandina mal û milkên şêniyên Efrînê de ku Tirkiye talan dike, dê çi be, dê çi tedbîran bigire?

- Meclisa Swîsreyê çi dike ji bo ku nehêle Tirkiye herêmên din li Sûriyê dagir bike, yan jî nehêle êrîşeke din ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve li ser Minbic û herêmên din pêk were?

- Komîseriya Navneteweyî bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî piştgiriya aştiya li Sûriyê dike yan na?

(jo)