Azarên Mihemed û Mune li gel paşguhkirina rêxistinan zêde bûne

Her du zarokên astengdar Mune û Mihemed piştî ku dê û bavê wan çûne Lubnanê û li gel dapîra xwe mane, di nav şert û mercên dijwar de dijîn. Azarên her du zarokan ji ber paşguhkirina rêxistinan zêde bûne.

Azarên Mihemed û Mune li gel paşguhkirina rêxistinan zêde bûne
Azarên Mihemed û Mune li gel paşguhkirina rêxistinan zêde bûne
26 nîsan, 2019   07:22
MINBIC - ŞERÎF EL-EBÛ

Di encama rewşa dijwar de ku li tevahiya Sûriyê rû daye, bi hezaran malbat xizan bûn. Paşguhkirina rêxistinan û komeleyên xêrxwaziyê, rewş dijwartir kir.

Malbata Mihemed El-Casim ji navçeya El-Heye ya ku bi 17 km li rojhilatê bajarê Minbicê ye. El- Casim bavê 7 zarokan e û 2 zarokên wî astengdar in. Ji 5 salan ve ji bo peydakirina debara malbatê çûye Lubnanê. Piştî wê hevsera wî tevî 3 zarokên xwe li pey wî diçin Lubnanê û 4 zarokan; Nadîn (14), Senaa (15), Muna (10) û Mihemed (12) li gel dapîra wan dihêle. Mune û Mihemed astengdar in.

Her çar zarok li gel dapîra xwe Rebûa El-Casim(70) di maleke biçûk de ku ji du odeyan û mitbaxeke besît pêk tê, dimînin. Di odeyekê de her du zarokên astengdar Mune û Mihemed dimînin. Her du zarok bi felca giştî ketine û ev nexweşî nayên dermankirin.

Her du zarok nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî yên sereke heya xwarin jî bînin cih. Ji ber wê Nadîn û Senaa erka xizmeta her duyan hilgirtine ser xwe û pêdiviyên wan tînin cih.

Ji bo peydakirina debara malbatê Nadîn û Senaa tevî temenên xwe yên biçûk lê dîsa di nav zeviyan de dixebitin. Dapîra wan Rebûa destnîşan kir ku kirîna hefadan ji bo wan astengiyeke madî ye. Dapîr hêvî dike ku her du zarok sax bûna, wê demê alîkarî ji kesekî nedixwest. Dapîrê diyar kir ku ew mehane 25 hezar lîreyên Sûriyê ji bo kirîna hefadan (fote) xerc dikin.

Her wiha dapîrê bal kişand ser ku ji ber temenê xwe yê mezin nikare xizmeta her du zarokên astengdar bike û destnîşan kir ku tu aliyek an jî rêxistinek ji 9 salan ve alîkariya wan nekiriye. Rebûa tekez kir ku rêxistin û komeleyên xêrxwaziyê rewşa her du zarokan keşf kirine lê dîsa jî tiştekî nakin.

Dapîr hêvî dike ku dengê qîrînên neviyên wê ji hêla rêxistinên mirovî ve werin bihîstin.

(şx)

ANHA