Li Şamê teqîn: 1 kuştî û 5 birîndar

Li herêma Nehir Êşê ya paytexta Sûriyê Şamê, teqînekê rû da. Di encamê de kuştî û birîndar hene.

Li Şamê teqîn: 1 kuştî û 5 birîndar
24 nîsan, 2019   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku îro di saetên sibê de li herêma Nehir Êşê ya Şamê erebeyek teqiya. Di encama wê de kesek mir û 5 kes jî bi sivikî birîndar bûn.

Navendê diyar kir ku heta niha nehatiye diyarkirin ku teqîn ji ber sotemeniya di erebeyê de yan jî ji ber sedemeke din pêk hatiye.

Herî dawî 20`ê Çileyê li Şamê ji ber êrîşeke li herêma Mutehilq a başûr li nêzî yek ji navendên ewlehiyê yên girêdayî îstixaberatên leşkerî, teqînek pêk hat, her wiha gule bi awayekî zêde hatin reşandin.

(bx)