`Bi zimanê xwe em ê fêr bibin û bi çanda xwe em ê bijîn`

Komîteya Çalakiyan a Rêveberiya Dibistanan a Kantona Qamişlo amadekariyên lidarxistina Mîhrîcana Duyemîn a Xwendekaran li ser asta kantonê dike. Mîhrîcan dê bi navê Mîhrîcana Şehîd Egîd Cîlo de û bi dirûşma “Bi zimanê xwe em ê fêr bibin û bi çanda xwe em ê bijîn” li dar dikeve.

`Bi zimanê xwe em ê fêr bibin û bi çanda xwe em ê bijîn`
24 nîsan, 2019   07:38
QAMIŞLO

Bi armanca rûniştandin û pêşxistina çanda pêkhateyên kantona Qamişlo ji Kurd, Ereb û Suryan, Rêveberiya Dibistanan a Kantona Qamişlo amadekariyên lidarxistina Mîhrîcana Duyemîn a Xwendekaran li ser asta kantonê dike. Her pêkhateyek dê bi çand û cilên xwe yên gelêrî tev li mîhrîcanê bibe. Her wiha di nav mîhrîcanê de dê gelek çalakiyên hunerî ji stran, şano û dîlanan werin pêşandan.

Di Mîhrîcana Duyemîn a Xwendekaran de ku tê payîn ji 27`ê Nîsanê heya 30`ê heman mehê li Qamişlo li dar bikeve, dê dibistanên Qamişlo, Dêrik, Amûde, Ceza, Til Birak, Til Hemîs, Til Koçer, Girkê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê tev lê bibin.

(şx)

ANHA