‘Armanca Tirkiyê berfirehkirina herêmên dagirkirî li dewletên cîran e’

Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Merwa Dirêî bal kişand ser siyaseta Tirkiyê ya dijberî gelê Kurd û got ev siyaset ne nû ye. Merwa got: “Tirkiye hewl dide siyaseta Osmanî li dijî gelê herêmê pêk bîne û qadên dagirkirî li dewletên cîran berfireh bike.”

‘Armanca Tirkiyê berfirehkirina herêmên dagirkirî li dewletên cîran e’
22 nîsan, 2019   05:18
KOBANÊ-HÊZA HESEN

Dewleta Tirk hîna gefa êrîşan li gelên herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Her wiha dem demê bi avakirina herêma “ewle” tehdîd dike û gelê herêmê bi terorîstan wesif dike. Girêdayî mijarê hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Merwa Dirêî ji ajansa me re axivî û kiryarên Tirkiyê wek kirinên dermirovî wesifand.

Merwa destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk siyaseta Osmanî li ser gelê herêmê dimeşîne, bi taybet li Efrîna dagirkirî.

Merwa wiha berdewam kir: "Gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê vîna gel neşkîne, berovajî wê dê israra gel di pêkanîna perojeya Neteweya Demokratîk û jiyana hevpar de zêde bike."

Merwa destnîşan kir ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve, dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazan ewlehiya herêmê bihejîne û tevna biratiya gelan a herêmê têk bibe. Merwa got: “ Bi vê armancê Tirkiyê desteka çeteyên DAIŞ`ê kir û şandin herêmê. Lê vîn û berxwedana gelê herêmê siyasetên Tirkiyê yên dagirkeriyê têk birin (pûç kirin).”

Merwa diyar kir ku divê dadgehek navnetewî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên li gel QSD’ê girtî ne, were avakirin.

 Merwa got: “Piştî têkçûna DAIŞ`ê divê cîhan ji bo avakirina dadgeha navdewletî bilebite da ku bi temamî teror tune bibe.”

 (şx)

ANHA