Şaredariya Til Hemîsê dest bi pêkanîna yekemîn projeya salê kir

Şaredariya Gel a Til Hemîsê ya kantona Qamişlo, li gorî plansaziya salê hezar û 800 metre boriyên kanalîzyonê yên ku nayên bikaranîn, guharandin. Her wiha tora nû ya kanalîzyonê berfireh kir.

Şaredariya Til Hemîsê dest bi pêkanîna yekemîn projeya salê kir
Şaredariya Til Hemîsê dest bi pêkanîna yekemîn projeya salê kir
Şaredariya Til Hemîsê dest bi pêkanîna yekemîn projeya salê kir
Şaredariya Til Hemîsê dest bi pêkanîna yekemîn projeya salê kir
Şaredariya Til Hemîsê dest bi pêkanîna yekemîn projeya salê kir
21 nîsan, 2019   12:13
ŞEHAB EHMED - QAMIŞLO

Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê, dest bi plansaziya yekem a salê kir. Di vê çarçoveyê de, şaredariyê hezar û 800 metre ji xeta kanalîzyonê ya ku zirar dîtibû, çêkir û boriyên nû xistin xetê. Her wiha hezar û 900 metre ji kanalîzyona nû berfireh kir.

Têkildarî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Til Hemîsê Abdulrehman Hadî, ji ajansa me ANHA`yê re wiha got: "Lêçûna projeya guhartina boriyên kanalîzyonê gihaşt 15 milyon lîreyên Sûriyê. Her wiha lêçûna berfirehkirina tora kanalîzyonê ya nû gihaşt 16 milyon lîreyan.”

Abdulreham Hadî diyar kir panîna vê projeyê, ji ber rewşa hewa ya ku herêm tê re derbas dibe û rabûne lehiyan dereng maye.

Hevserokê Şaredariya Gel a Til Hemîsê diyar kir ku Desteya Şaredariyê ya kantona Qamişlo, 136 milyon lîre û 620 hezarî pêşkêşî Şaredariya Gel a Til Hemîsê kiriye, da ku rêyên bajarok, gundên girêdayî navçeyê û kolanên navçeyê çêke. Hadî got wê di meha Gulanê de, dest bi pêkanîna vê projeyê bikin. 

Her wiha Şaredariya Gel a Til Hemîsê xanên mezin ên xwedîkirina pez û dikanên firotina êm, kel û pelên zimhêrê û şînkahiyan li bazara pez ava dike.

(eh)

ANHA