Li Siûdiyê êrîşeke terorî hate têkbirin

Hikumeta Erebistana Siûdî ragihand ku roja yekşemê êrîşeke terorî li ser navenda El-Mebahis a bakurê Riyadê hatiye têkbirin.

Li Siûdiyê êrîşeke terorî hate têkbirin
21 nîsan, 2019   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Kenala El-Erebiyê ya Erebistana Siûdî ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên hikumetê, ragihand ku hewldana êrîşeke terorî li ser navenda El-Mebahis El-Zilfî ya li bakurê Riyadê hate têkbirin û li gorî agahiyên destpêkê, 4 êrîşkar hatine kuştin.

Di dezgehên çapemenî yên Siûdiyê û malperên nûçeyan de, dîmenên êrîşê hatin parvekirin. Di dîmenan de pevçûna di navbera hêzên ewlehiyê û êrîşkaran de xuya dike.

Der barê kuştî û birîndarên ji hêzên ewlehiyê de tu agahî nehatin dayîn.

(kc)