Li Babê motorsîklêtek teqiya

Li bajarê Babê yê dagirkirî motorsîklêteke bombebarkirî teqiya. Di encama teqînê de hinek çeteyên dewleta Tirk birîndar bûn.

Li Babê motorsîklêtek teqiya
21 nîsan, 2019   09:25
MINBIC

Nûçegihanê ajansa me ji Babê ragihand ku îro li nêzî Çerxerêya Cihcah a li aliyê başûrê Babê motorsîklêteke bombebarkirî  teqiya.

Li gorî agahiyan, hinek ji çeteyên Dirî Firat ku alîkariya xwe ji dewleta Tirk a dagirker werdigirin, birîndar bûn. Her wiha ji ber nakokiyên di navbera çeteyan de li bajêr  tevlihevî heye.

(bx)

ANHA