PYD’ê têkoşer Ezîz Ereb li Serêkaniyê bi bîr anî

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têkoşer Ezîz Ereb li bajarê Serêkaniyê yê girêdayî kantona Hesekê bi semînerekê bi bîr anî.

PYD’ê têkoşer Ezîz Ereb li Serêkaniyê bi bîr anî
PYD’ê têkoşer Ezîz Ereb li Serêkaniyê bi bîr anî
PYD’ê têkoşer Ezîz Ereb li Serêkaniyê bi bîr anî
PYD’ê têkoşer Ezîz Ereb li Serêkaniyê bi bîr anî
PYD’ê têkoşer Ezîz Ereb li Serêkaniyê bi bîr anî
17 nîsan, 2019   17:58
HESEKÊ

Îro Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têkoşer Ezîz Ereb li bajarê Serêkanî ya girêdayî kantona Hesekê bi semînerêkî bi bîr anî. Semîner li Navenda Çand û Hûnerê ya Waşûkanî hat lidarxistin. Şehîd Ezîz Ereb yekemîn şehîdê ji pêkhateya Ereb ê di nav refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de ye û di 17`ê Nîsana 1986`an de li herêma Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê şehîd bûye. Tevahiya endamên navend û saziyên sivîl tevî bi dehan şênî di semînerê de amade bûn.

Hola semînerê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşer Ezîz Ereb, alên PYD û Meclisa Jin a PYD`ê hate xemilandin.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê hevserokê Buroya Têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kantona Hesekê Ciwan Îso axivî. Îso şehîd Ezîz Ereb û tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr anî.

Îso destnîşan kir ku têkoşer Ezîz Ereb ji pêkhateya Ereb e û bi baweriya ku azadiya gelên Rojhilata Navîn bi riya azadiya gelê Kurd pêkane beşdarî nav refên Tevgera Azadiyê bû. Îso got: “Tevlibûna wî bû nuqteya veguhertinê û rê li pêşiya hevgirtina gelên herêmê û têkoşîna wan ji bo rizgarkirina xaka xwe mîna Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekir. Armancên şehîd Ezîz ji bo azadî, biratiya gelan û wekheviyê îro li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi riya projeya Neteweya Demokratîk pêk tê.”

Paşê hevseroka Meclisa navçeya Serêkaniyê Fedye Ibrahîm nameya têkoşer Ezîz Ereb a beriya ku şehîd bikeve nivîsandibû xwend. Di nameyê de têkoşer Ezîz behsa çawa beşdarî tevgerê bûye û girêdan û bandora wî bi tevgerê dike.

Semîner bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(şx)

ANHA