Êzidî û şêniyên Efrînê Cejna Çarşema Sor pîroz kirin

Bi dirûşmeya ‘Vejandina Çarşema Sor soza me rizgarkirina Efrînê’ êzidiyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin Cejna Çarşema Sor pîroz kirin.

17 nîsan, 2019   16:50
ŞEHBA

Îro êzidiyên Efrînê, bi tevlibûna bi sedan şêniyên Efrînê ku li kampa Serdemê ya li gundê Til Sûsînê yê kantona Şehbayê bi cih bûne Cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Pîrozbahî bi dirûşmeya `Vejandina Çarşema Sor soza me rizgarkirina Efrînê` hat pîroz kirin.

Qada şahiyê bi wêneyên şehîdên êzidî û alên Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê hate xemilandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê koma zarokan a Êzidî rêûrismên ola Êzidî vegotin.

Piştî wê  gelek axaftin ji hêla hevseroka Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê Sûad Hiso, endamê Malbatên Şehîdan a Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê Henane Nasro, endama Koordînasyona Kongreya Star Eyşe Xezne û endamê Tevgera Civaka Demokratîk Nûrî Şêxo ve hatin kirin.

Axaftvanan Cejna Çarşema Sor li tevahiya êzidiyan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, YBŞ, YPG, YPJ û tevahiya şehîdên azadiyê pîroz kirin.

Her wiha axaftvanan destnîşan kirin ku bi giyana şehîdên azadiyê û bi saya şervanên QSD, YPG û YPJ`ê DAIŞ tune bû û tekez kirin ku çawa DAIŞ`ê têk çû dê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê têk biçin.

Piştre komên girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê Koma Civaka Zeredeşt, koma Êzidî û Şengal berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

Her wiha koma Çiyayê Kurmênc a girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk hejmarek ji dîlanan pêşandan.

Di dawiyê de beşdaran li ber stranên Koma Agirî û Yekîtiya Hunermendan xelekên dîlanê gerandin.

(şx)

ANHA