Cejna Çarşema Sor li Helebê hat pîrozkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Helebê ji bo pîrozkirina Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan, herikîn hola Efrîn a herêma Şiqeyf a li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê. Di şahiyê de jinên bajarê Helebê civaka Êzidî pîroz kirin û tekez kirin ku ev cejn tevahiya pêkhateyên taxê kirin yek.

17 nîsan, 2019   15:25
HELEB

Hola Efrîn bi peykera Laleş, wêneyên Zeredeşt, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hate xemilandin. Her wiha pankartên bi nivîsên `Em Sersala Êzidî Çarşema Sor li gelê xwe û cîhanê pîroz dikin` hate daliqandin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê hevserokê Mala Êzidî Hîşam Ehmedo Sersala Êzidiyan li tevahiya gelê Êzidî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Piştre endamê Tevgera Civaka Demokratîk Zuhêr Xilo destnîşan kir ku pîrozkirina vê rojê li rex tevahiya pêkhateyan serkeftinek e û got: “Tevî gelek komkujiyên ku li ser Efrîniyan pêk hat gelê Êzidî li hemberê sekinîn heya ku gihaştin vê rojê û dê bi heman vînê Efrînê rizgar bikin.”

Piştî wê endamê rêveber ê Kombûna Olan Elî Hesen û bi navê Dêra Seyde El-Sûade ya taxê Ibrahîm Corc axivîn û bi navê misluman û xiristiyanan ên ku beşdarî şahiyê bûne tevahiya êzidiyan pîroz kirin.

Paşê Şîxan Dahîn Berekat û Riyad Umer rêûrismên olî bi boneya Cejna Çarşema Sor vegotin.

Her wiha komên zarok û ciwanan rêûrismên olî yên Çarşema Sor pêşkêş kirin. Tevî wê jî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk berhemên xwe yên hunerî ji stran û dîlan pêşandan.

(şx)

ANHA