Şehîd Ezîz Ereb li navçeya Sirînê hat bibîranîn

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê bi merasîmekê şehîd Ezîz Ereb li navçeya Sirînê ya girêdayî bajarê Kobanê bi bîr anîn.

Şehîd Ezîz Ereb li navçeya Sirînê hat bibîranîn
Şehîd Ezîz Ereb li navçeya Sirînê hat bibîranîn
Şehîd Ezîz Ereb li navçeya Sirînê hat bibîranîn
Şehîd Ezîz Ereb li navçeya Sirînê hat bibîranîn
Şehîd Ezîz Ereb li navçeya Sirînê hat bibîranîn
Şehîd Ezîz Ereb li navçeya Sirînê hat bibîranîn
17 nîsan, 2019   13:39
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kobanê û navçeya Sirînê bi merasîmekê yekem şehîdê ji pêkhateya Ereb, şehîd Nadir Şêx Hesen (Ezîz Ereb) ê ku di 17' ê Nîsana 1986’an de, li bajarê herêma Colemêrg a Bakurê Kurdistanê şehîd bûbû, li navenda Çand û Hûnerê ya navçeya Sirînê bi bîr xist.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir. Paşê endama Meclisa Malbatê Şehîdan nameya li ser jiyana şehîda Ezîz Ereb xwend.

Hevserokê PYD'ê Hec Rîda di kesayeta şehîd Ezîz Ereb de hemû Şehîdên Tevgera Azadiye bi bîr anî û got:"Şehîd Ezîz Ereb di ciwantiya xwe de her tim dixwest xwe nêzî Tevgera Kurdistanê bike. Dema ku tevlî tevgera azadiyê bû armanca wî ew bû ku projeye Netewa Demokratîk pêk were. Em jî weke PYD’ê ya navçeya Sirînê em soz didin ku em ê hertim li ser şopa şehîd Ezîz û hemû şehîdan bimeşin."

Her wiha endamê giştî yê têkiliyên diplomasî  ê QSD' ê Ezîz Ehmed axivî û da zanîn ku: "Şehîd Ezîz Ereb yekemîn şehîd ji  pêkhateyê Ereb e. Şehîd Ezîz hertim digot ‘Eger Kurd azad nebin, tu car Ereb jî azad nabin’. Ji bona wê jî hertim li dijî dijmin şer dikir. Serkeftina QSD’ê ya ku me beriya demekê aşkere kir ew jî bi saya projeya Netewa Demokratîk pêk hat. Ji ber ku hemu cureyên pêkhateyan cihê xwe di şerê li dijî DAIŞ`ê de girtin.”

 Ezîz Ehmed di dawiya axavtina xwe de got: "Em ê bi yekitiya gelan Sûriyeke nenavendî û Demokratî ava bikin."

 Bi navê Ciwanên Şoreşger Simaîl Sirîn jî got: “Em wekî ciwanên şoreşger em e her tim li ser şopa şehîd Ezîz Ereb bin ta ku em hemu Kurditanê ji faşîzmê rizgar bikin.”

Merasîm bi pêxistina mûman bi dawî bû.

(sn-hk)

ANHA